Roja Zimanê Dayikê pîroz be!

Em kurd her sal 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Bi taybetî piştî salên 2000î bi geşbûna têkoşîna sivîl û demokratîk ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê re, 21 Sibatê wekî rojeke taybet tê pîrozkirin. Berê haya kêm kesan ji vê rojê hebû.

Ev roj çawa bûye “Roja Zimanê Dayikê”, pir hindik tê zanîn. Lê dîsa jî em bi çend peyvan qala paşxaneya wê rojê ya dîrokî bikin. Di sala 1952yan de li Bangladeşê 5 xwendekar di xwepêşandanên li dijî qedexekirina zimanê bengalî de hatine kuştin. Hingî Bangladeş mêtingeha Pakistanê bû. Van xwendekarên bi navê Abdus-selam, Abul-Berket, Refîquddîn Ahmed, Abdulcebbar û Şafîûr-rahman ji bo parastina zimanê xwe giyanê xwe dane. Ev roj pêşî ji hêla UNESCOyê ve piştre jî di sala 1999an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wekî rojeke navneteweyî pejirandiye.

Ev roja ku bi têkoşîna ji bo mafên zimanî derketiye holê, îro ji bo parastina pirçandî û piştevaniya perwerdehiya pirzimanî bûye rojeke taybet a navneteweyî. Li gorî UNESCOyê roja îroyîn li ser rûyê cîhanê li derdora 7 hezar ziman wekî zimanê axaftinê têne bikaranîn. Lê gelek ji van di bin metirsiya tunebûnê de ne, ev yek jî li ser pirzimanî û pirçandiya cîhanî gefeke mezin e.

Mirovên ku li derdoreke pirçandî, pirzimanî perwerdehiya bi zimanê dayikê wergirtine, xwedanê hizreke piralî ne û bi wan re hestên têgihaştin û berboriyê xurt in. Çi heyf ku ji sedî 40ê hînberan ji vî mafî bêpar in. Perwerdehiya pirzimanî ne tenê ji bo pêşketina hestî û ramanî ya mirovan, ji bo pêkvejiyaneke bêyî şer û pevçûn, bi kurtî ji bo aştî û aramiya civakî jî rê xweş dike.

Îsal UNESCO bi çalakiyên cur bi cur 25 saliya vê rojê pîroz dike. Rêxistina Çand Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) vê rojê wekî destpêka têkoşîna bi dehan salan a ji bo parastina zimanên dayikê, kelepora çandî û bipêşvebirina perwerdehîyê dibîne. Lê belê li Tirkiyê Wezareta Perwerdehiyê vê rojê di nav roj û hefteyên girîng û taybet de bi cih nake, anku nahêle ku ew roj li dibistanên Tirkiyê bi awayekî fermî were pîrozkirin: zarok bi girîngiya zimanê dayika xwe bihesin.

Çima? Ji ber ku pergala perwerdehiya ya Tirkiyê li ser yekrengî û yekzimaniyê ava bûye. Heke zarok vê rojê pîroz bikin, hingî mamoste nikarin li fêrgehê axaftina bi kurdî qedexe bikin. Belkî jî Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ya Tirkiyê dibêje, dibe ku hingî zarokên kurdan jî doza perwerdehiya bi zimanê xwe bikin.

Ji mêj ve gotine; “Pêdivî maka dahênanê ye!” Îro ne pêdiviya rayedarên Tirkiyê, pêdiviya kurdan bi pîrozkirina vê rojê heye. Ji ber ku zimanê kurdî wekî berfa li ber tavê roj bi roj dihêle. Xebatên ku li qadê têne kirin vê yekê bi awayekî zelal li ber çavan radixin. Bo nimûne herî dawî rapirsîna ku Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî di meha sibatê de li 22 bajaran pêk aniye, nîşan dide ku ji pênc zarokên di bin temenê 11 salî re yek heb jî êdî bi zimanê dayikê bi sixletî napeyive; her ku temen biçûk dibe axêverên zimanê kurdî jî kêmtir dibin. Ji ber vê yekê jî piraniya mirov dixwazin ku zimanê kurdî bibe xwedan statû û zimanê perwerdehiyê.

Ez dixwazim vê nivîsa xwe bi pêkenînekê biqedînim. Dibêjin, yekî bawermend û alim destên xwe li ber Xwedê vekirine û gotiye; “Xwedewo tu mal bidî min, tu erebe bidî min.” Meleyekî nezan di ber wî re derbas bûye û bi hêrs gotiye, “Malmîrat mirov ji xwe îmanê dixwaze, ne van tiştan!” Mêrikê alim wiha bersiva wî daye; “Pêdivîya kê bi çi hebe, wê dixwaze. Spas ji Xwedê re îmana min qewî û kamil e.”

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Related Posts

Antalya’da tepki çeken olay: Türk bayrağını koparıp yere atan turist hakkında karar verildi

Antalya’da bir iş yerinin tentesinde asılı Türk bayrağını yerinden çıkaran turist, adli kontrol şartıyla serbest bırakıldı.

4.500 yıllık tartışmada son nokta: İlk kez ortaya çıktı! Ünlü uzmandan ‘Piramitleri kim yaptı?’ sorusuna yanıt

Mısır piramitlerini kim inşa etti? Bu soru binlerce yıldır soruluyor ve çok çeşitli spekülasyonlara konu oluyor. Ancak arkeologların Büyük Piramit’in içinde yaptığı keşif, tartışmalara son noktayı koyacak gibi.

Zamlar AKP mahallesinin bile içine sinmedi

Memur ve emekli maaşlarına yapılan zam, enflasyon oranının gerisinde kalırken, eski AKP Milletvekili Şamil Tayyar, sosyal medya hesabından yaptığı açıklamada hükümeti uyardı: “Artık toplumun feryadına kulak verin.”

SGK önünde toplanan emeklilerden maaş isyanı

DİSK Emekli-Sen üyesi emekliler, İzmir’de TÜİK’in enflasyon verileri ve emekli maaşlarına yapılacak zamlara ilişkin basın açıklaması yaptı. Açıklamada, “Emeklilere kaynak yok diyenler…Kaynak saraydadır, kaynak makam araçlarındadır, kaynak sermayeye verilen teşviklerdedir, kaynak faizlerinizdir; NATO’ya ayırdıklarınızdır” denildi.

Su seviyesi düştü 6000 yıllık sırlar ortaya çıktı

Dinyeper Nehri kıyısındaki tarihi “Üç Tepe” kayalıklarında yapılan arkeolojik kazılarda 6000 yıldan eski bakır-taş devri dönemi kap kacak, bronz çağına ait parçalar, antik amfora kalıntıları ve hayvan kemikleri bulundu. Ukrayna Ulusal Hortitsa Koruma …

İtirafçı Nevzat Bahtiyar’ın cezası için yeni başvuru

Diyarbakır Barosu, 8 yaşında öldürülen Narin Güran’ın davasında cesedi dere yatağına gömdüğünü itiraf eden Nevzat Bahtiyar’a verilen cezanın az olduğu gerekçesiyle temyiz başvurusunda bulundu.